HPG’ê dîmenê çalakiya li Colemêrgê ku 6 leşker hatibûn kuştin weşand

HPG’ê dîmenê çalakiya 19’ê çileyê ya li navçeya Şemzîna a Colemêrgê li dijî qereqola Newayê hate lidarxistin weşand. HPG’ê diyar kiribû ku di vê çalakiyê de 6 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribûn:

Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ gerîlyan 19’ê Çileyê li herêma Gerdiya ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî nîzamiyeya qereqola Newayê çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Hêzên me zelal kirin, dagirker bi roj diçin çeperê, bi şev jî jê derdikevin, teqemenî li vê çepera dagirkeran bi cih kirin.

Piştre jî 6 leşker hatin çeperê bi cih bûn û gerîlayan teqemeniya ku bi cih kiribûn teqandin û 6 lerşkên li çeperê hatin kuştin.

HPG: Li herêma Bagokê ya Mêrdînê û Metînayê 7 gerîla şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê her wiha ragihand ku 29’ê adarê li herêma Bagokê ya Mêrdînê 6 gerîla di êrîşên artêşa Tirk de şehîd bûn.

Li herêma Metînayê jî di 5’ê nîsanê de gerîlayek şehîd bû.

HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button