Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW) bi daxuyaniyekê ragihand ku tecrîda li dijî Rêber Apo sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Daxuyaniya Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê wiha ye:
”Rêber Abdullah Ocalan 2 sal û nîv e di nava şert û mercên gelekî giran de ye, Daxwazên hevdîtinên malbat û parêzeran her car bi hincetên cûda têne red kirin.
Hem di hiqûqa navneteweyî de hem jî di hiqûqa welatan de kiryara nehiqûqî ya li dijî Birêz Ocalan û girtiyên li Îmraliyê tê meşandin.”
Komeleyê di dewama daxuyaniyê de da zanîn ku ew ji jiyana Rêber Apo û hevalên wî bi fikar in û got:
“Weke saziya malbatên mexdûrên vî şerî KOMAW em jiyana wan û jiyana xwe di heman astê de dinirxînin.
Her wiha em kiryarên li dijî mirovahiyê û êrîşkariya dewleta tirkiyeyê û piştevanên wê yên ku li hemberî van kiryaran bêdeng dimînin li nava mirovahiya cîhanê gilî dikin.”
Di dawiyê de komeleyê bang li saziyên navneteweyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin ku li gorî armancên di xalên rêziknameyên wan de ji bo mirovahiyê hatine destnîşankirin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.