Kemal Hesen: PDK’ê Silêman Ehmed bi neheqî girtiye

Xwediyê Kampanyaya Çetir Kemal Hemereza derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de got;
“Silêman Ehmed 5 salin bi awayek fermî û yasayî di ajansa Rojnewsê de kar dike.
Sedema revandina wî jî ev bû, em serî natewînin û dev ji ragihandina rastiyan bernadin.”

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa ROJ NEWS’ê Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 12 rojin agahî jê nayê girtin.

Derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed, xwediyê kampanyaya Çetir (Ji tevahî mafên hiqûqî û malî yên RojNewsê Kampanyaya Çetir berpirsyare) Kemal Hesen Hemereza nirxandin kir.

Kemal Hesen Hemereza got : Her kesek ku ne hemwelatiyê Başûrê Kurdistan, yan jî Iraqê be, dema di ajansa me re kar bike, ez bi xwe hewl didim ji bo wî/wê destûra rûniştinê werbigirim.

Silêman xwediyê îqameya (destûrname) Başûrê Kurdistan û Iraqê bû, ji bo wê jî rê hat dayîn ku karê xwe bike.

Bi awayek fermî çû û dihat.

Kemal Hesen: PDK’ê daxwazên Erdogan û MÎT’ê bi cih tîne

Ti pirsgirêkek ya Silêman ya yasayî nebû. Sedema revandina Silêman tenê ji ber ku di ajansa Rojnewsê de kar dikire.

PDK ê Silêman Ehmed bi neheqî girtiye, her kesê di ajansa Rojnews û Kompanyaya Çetirê de kar dike, bi endambûna Tevgera PKK’ê tewanbar dikin.

PDK daxwazên Erdogan û MÎT’ê bicih tîne.

Kemal Hesen: Em dev ji ragihandina rastiyan bernadin

Kemal Hesen di dewamê de da zanîn ku ew dev ji ragihandina rastiyan û eşkerekirina rûyê rast yê PDK’ê ku xwe bi MÎT’a Tirkiyeyê ve girêdaye, bernadin û wiha dawî li axaftina xwe anî:

ROJ NEWS bêyî ku cudatiya ol, ziman, reng û zayendê bike bi xeteke weşanê ya li ser esasê rêgezên wekhevî û demokrasiyê kar dike .

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor: Divê demildest Silêman Ehmed bê berdan

Back to top button