Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên tirkkirinê û guhertina demgorafîk li Efrînê didomîne.
Di vê çarçoveyê de navên gund û qadên giştî yên bi kurdî guhertine û kirine navên tirkî û yên osmaniyan.
Dewleta Tirk a dagirker dema Efrîn sala 2018`an dagir kir,
Navên gundan û qadên giştî yên bi kurdî guhertin. Herî zêde navên gundên navçeya Bilbilê guhertin.
18’ê Adara 2018’an, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, Efrîn xistin nava pençên qirkirinê..
Bi hezaran sivîl revandin, bi sedan welatî bi êşkenceyê kuştin.
Bi sedan cihên olî û şûnwarên dîrokî wêrankirin
Ji bilî kuştin, dizî, talan û desteserkirina mal û milkên sivîlan, dagirkeran dest bi guhertina demografiyê jî kirin.
Li Efrînê polîtîkayên Tirkkirinê
Dewleta Tirk polîtîkayên tirkkirinê jî li Efrînê didomîne. Navên gundan û qadên giştî yên bi kurdî guhertin.
Ji navên gundên hatine guhertin ev in:
- Navçeya Bilbilê:
Kûtana kiriye Selçûk Obasi.
Qestel Mixdad kiriye Zafer Obasi.
Navê gundê Xelîloko kiriye Halîlak Obasi.
Navê gundê Bûkê kiriye Bak Obasi.
- Navçeya Mabatayê:
Gundê Maimla bûye Mamal Uşagi.
Gundê Şiketka kiriye Maghar Juq.
Navê Kurzilê kiriye Cafer Obasi.
Li gor lêkolîna Dr.Rozad Elî ya sala 2018’an di hejmara 72`yan a Kovara ′Hîwar′ de hatiye weşandin:
Dewleta Tirk navên gundên kurdî bi rêya pêvekên zimanê tirkî da guhertin da ku li gor bilêvkirin û nivisandina osmanî be.
Ji vê zêdetir, dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, 3 navên girêdayî peymangeha ′Yunus Emrê′ ya ziman û çanda tirkî vekirine.
Di 18’ê Adara 2018’an , dewleta Tirk Efrîn dagirkir..
Bi hezaran Efrînî bi darê zorê koçber bûn.
Ji wê rojê heta îro, Talankirin, wêrankirin, kuştin, revandin û guhertina Demografiyê didome..
Tevî vê jî civaka navdewletî ker û lal e.