Konferansa Ciwanan a Cîhanî di roja 3.de dewam dike

Li paytexta Fransa Parîsê Konferansa Ciwanan a Cîhanî berdewame.
Ji çar aliyên cîhanê zêdetir 350 ciwan beşdar bûne.
Konferansa duh bi bi atolyeyan û bernameyên çandî dewam kir.

Konferansa Ciwanan a Cîhanî ku ji aliyê tora “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” ve tê rêxistinkirin, li paytexta Fransa Parîsê didome.

Ji gelek welatên parzemînên Asya, Afrîka, Ewropa, Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn zêdeyî 350 ciwan beşdar bûne.

Di roja yekemîn de gelek mijar hatin nîqaşkirin Konferans diyarî Rêber Apo hat kirin.

Roja duyem a Konfiransê jî bi berzkirina durişmeya Jin Jiyan Azadî dest pê kir.

Konfirans bi atolye û bernameyên çandî dewam kir

Paşê konfirans bi atolyeyên ciwan û terzê jiyana lîberal li ser riya şoreşa jinê ciwan û pirsgirêkên ekolojîk ,Ciwan û faşîzma mîlîtarîzm , ciwan û perwerde , rewşa ciwanên Rojhilata Navîn , ciwan û kirîza Aborî ,Ciwan û koçberî, ciwan û azadî, dewam kir.

Di dawiya rojê de jî ciwanan bernameya çandî pêkanîn.

Ciwanên ku beşdarî atolyeyê bûn, bal kişandin ser rol û mîsyona ku ji bo azadiya jinê, dikeve ser milê mêran.

Her wekî li ser rola ciwanan a di têkoşîna ekolojiyê de danasîn hate kirin.

Delegeyên tevlî bûn diyarkir ku weke ciwan wê rêgezeke nû ya jiyanê derxînin pêş.

“Jinên ciwan pêşeng in”

Li vir Nûnera Komelên Jinên Ciwan (KJC) Armanc Jînda di Konferansê de axivî.

Armanc Jînda diyar kir ku jinên ciwan di têkoşîna azadiyê de bûne pêşeng.

Konferansa Ciwanan a Cîhanî îro di roja xwe ya dawiyê de ye.

Konferansa Ciwanan a Cîhanê di roja 2. de dewam dike

Back to top button