Konferansa Ciwanan a Cîhanê di roja 2. de dewam dike

1’emîn Konferansa Ciwanan a Cîhanê di roja duyem de li Parîsê dewam dike.
Têkildarî konferansê Sekretera Jinên Ciwan ên Pîşekar Julîa Yaûrîs axivî.
Julîa Yaûrîs kêfxweşiya xwe a bi naskirina jinên Kurd re anî ziman û got:
“Ez heyrana têkoşîna jinên Kurdistanê bûm û gelek bandor bûm.
Li dijî pergala kapîtalîst û mêr serwer, Julia bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe bidomînin.

1. Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê tora “Ciwan Dîrokê Dinivîsin” ve tê organîzekirin, li paytexta Fransa Parîsê , didome.

Di roja duyem de konferans bi bernameyên çandê dewam kir.

Di serî de ji Asya, Efrîqa, Ewropa, Emerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn, ji welatên cuda zêdeyî 350 kes di konferansê de cih digirin.

Yek ji wan mêvanan Sekretera Jinên Ciwan ên Pîşekar Julîa Yaûrîs e ku ji Perûyê beşdar bûye.

Julîa Yaûrîs yê têkildarî konferansê axivî, kêfxweşiya xwe a bi naskirina jinên Kurd re anî ziman.

Julîa Yaûrîs: Ez heyrana têkoşîna jinên Kurdistanê bûm

Julîa Yaûrîs got:

Ez heyrana têkoşîna jinên Kurdistanê bûm û gelek bandor bûm.

Di dema Konferansa Li Dijî Kapîtalîzmê ya li Bogota ya Kolombiyayê de, min derfeta naskirina wan bi dest xistibû.

Bi domdarî Julîa bal kişande li ser giringiya konferansê a ji bo avakirina tifaqek cîhanî û wiha got:

Ev konferans û tevgera ciwanan alîkariya me dike ku em bi hevre bigihêjin hev û peyameke mezin bidin hemû jinên ku ji bo têkoşînê amade ne.

Jinên dûrî warên xwe hene, em ji bo vegerandin û parastina mafên jinên xizan têdikoşin.

Julîa Yaûrîs bang li jinan kir: Li dijî pergalê têkoşîna xwe bidomînin

Ez dibêjim ku em di têkoşîna pergala kapîtalîst de ne bi tenê ne, berovajî bi hêz dayîna hev em ê bibin yek.

Sekretera Jinên Ciwan ên Pîşekar Julîa Yaûrîs dawiyê bang li hemû jinan kir ku li dijî pergalê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button