Parêzerên ji Reqayê: Yên binesaziya herêma me dike hedef terorîst e

Parêzerên ji Reqayê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker û Îsraîlê şerê qirkirin û koçberêkirinê pêk tînin.
Parêzeran gotin, li dijî sûcên dewleta Tirk yekitiya siyasî pêwîstiyek e.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Ebdullah El Eryan diyar kir ku Tirkiye û Îsraîlê du aliyên diravekê ne û armanca wan wêrankirina Sûriye û tevahî Rojhilata Navîn e.

El Eryan got: “Îsraîl li balafirgehên navneteweyî yên Sûriyeyê dide, di heman demê de dewleta Tirk a dagirker binesaziya herêmê dike hedef.

El Eryan destnîşan kir ku ew ne terorîst in wekî ku îdia dikin, ên terorîst ew in, yên ku sivîlan qetil dikin û hemû çavkaniyên jiyanê dikin hedef ewin.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Hesen El Mela jî bang li dewletên ′′garantor′′ kir ku li hember sûcên dewleta tirk helwesteke cidî nîşan bidin.

El Mela bang li hikumeta Şamê jî kir ku rola xwe di Konseya Ewlehiyê de çalak bike.

Balafirên şer derdora Dêrikê û Çiyayê Qerçoxê bombebaran kir

Back to top button