Akin Bîrdal: Divê em li dijî tecrîdê têbikoşin

Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan-ÎHD’ê Akin Bîrdal tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Ger dilê Tirkiyeyê û sedsaleke demokratîk û azad hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bîne.
Bidawîbûna tecrîdê wê him meseleya kurd çareser bike, hem jî di Rojhilata Navîn de deriyê çareseriyeke demokrtîk veke, pêwîstiya Rojhilata Navîn bi Abdullah Ocalan heye.”

Li Bakurê Kurdistanê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê berdana girtiyan asteng dike.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji sala 2021’ê ve herî kêm berdana 313 girtiyan hatiye astengkirin.

Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD’ê Akin Bîrdal derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo û biryarên van lijneyan nirxandin kir.

Akin Bîrdal diyar kir ku tecrîd û israr di meseleya kurdan de bandorê li girtîgehan jî dike.

Bîrdal got: “Ger dilê Tirkiyeyê û sedsaleke demokratîk û azad hebe, pêşî divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne.

Bidawîbûna tecrîdê tenê dê derî li çareseriyeke demokratîk a ji bo meseleya kurd venake, Di heman demê de ji bo aştiyê pêdiviya gelên Rojhilata Navîn bi Abdullah Ocalan heye.”

Bîrdal destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li ber aştiyê astengiye û got: “Divê em li dijî tecrîdê rabin. Ji bo berbiçavkirina neheqî û bêhiqûqiyên li girtîgehan, divê em bi awayekî hevpar têbikoşin.”

Akin Bîrdal: Li Tirkiyê 262 hezar kes girtîne

Bîrdal da zanîn ku niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 262 hezar kes girtî ne û piraniya wan ên siyasî ne û hezar û 600 girtiyên nexweş hene.

Bîrdal wiha domand: “Girtiyên siyasî ku rewşa tenduristiya wan girane jiyana xwe ji dest didin.

Hin girtiyên nexweş ji ber bertekên civakî tên berdan.

Lê yên tên berdan jî piştî du sê rojên li malê jiyana xwe ji dest didin.

Tiştên li girtîgehan diqewimin, nîşan didin ku Tirkiye çiqas ji adaletê dûr e

Ên li ser girtiyên siyasî tên pêkanîn, ji bêhiqûqîtiyê wêdetir, encama dijminatî, kîn û nefretê ye.

Divê muxalefeta civakî û siyasî li dijî wan rabe.”

Back to top button