Li Tebqayê bazarek nu tê avakirin

Şaredariya Gel a bajarokê Mensûra ya Tebqayê projeya avakirina bazarekê daye destpêkirin. Di bazarê de wê 92 dikan hebin.

Şaredariya Gel a bajarokê Mensûra yê Tebqayê beriya çend rojan, yek ji projeyên herî girîng ên di plansaziya 2023’yan de da destpêkirin.

Proje avakirina bazareke nû ye ku dê 92 dikanan lê hebin.

Avakirina dikanan wê bi pereyên xwediyên wan be.

Li gorî hevserokê şaredariyê Elî Mehmûd, rûbera bazarê 8 hezar û 100 metreyên çargoşe ye û dirêjahiya her dikanekê 7.30 metre ye û firehbûna wê 3.30 metre ye.

Her wiha firehiya peyarêya li pêşiya dikanan jî 2.20 metre ye.

Mehmûd diyar kir ku proje dê 2 mehan dom bike û dê di destpêka sala nû de bê vekirin.

Back to top button