Li bajarê Lûzernê yê Swîsreyê li dijî tecrîdê çalakiya zincîra ji mirovan pêk hat

Piştî ku li 11 navendên Swîsreyê li dijî tecrîdê komîte hatin avakirin, Komîteya ku li bajarê Lûzernê hat avakirin, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd” çalakiya zincîra ji mirovan li dar xist.

Di çalakî ku doh li Lûzernê pêkhat de li ser navê komîteyê Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê Nûrşen Demîr axivî.

Nûrşen Demîr diyar kir ku fikarên wan ên li ser tenduristî, ewlekarî û jiyana Rêber Abdullah Ocalan zêde bûne û wiha got:

“Ev 32 meh in polîtîkayên tecrîdê yên giran li ser Rêberê me tê meşandin. 32 meh in nahêlin Rêber Apo bi parêzer û bi xizmên re hevdîtinê bike. Divê demildest hevdîtin bê kirin.”

Nûrşen Demîr banga tevlîbûna çalakiyan li her kesî kir û wiha bi dawî kir: “Heta Rêberê me azad bibe em ê her hefte li navendeke cuda ya bajêr çalakiyê li dar bixin.”

Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Rêber Apo hate kirin

Back to top button