Buroya Erka Xweparastinê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku temenê tevlîbûna erka xweparastinê ji dîroka 1990 despê dike û bi vî awayî temenê beşdarbûna erka xweparastinê li tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser dibe yek.
Hevserokatiya Buroya Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku jidayîkbûna kesên ku tevîlî Erka Xweparastinê bibin bûye yek.
Buroya Xweparastinê diyar kir ku li gorî pêşinyarên buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser û li gorî madeya 14emîn ji Erka Xweparastinê ev biryar hatine girtin:
1- TEMENÊ TEVLÎBÛNA ERKA XWEPARASTINÊ BIBE YEK
2- TEMENÊ KESÊN KU TEVLÎ ERKA XWEPARASTINÊ BIBIN JI 1-1-1990 DEST PÊ DIKE
3- EV BIRYAR KESÊN KU NIHA LI ERKA XWEPARASTINÊ NE, NAGIRE NAVA XWE