Li Amedê danazana çareseriya bû pirsgirêka Kurd hat eşkerekirin

Li Amedê rêxistinên girseyên demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 24’ê Sibatê li hev civiya bûn.
Îro bi daxuyaniyekê danezana civînê bi sernavê “Divê em ji nûve çareseriyê biaxivin” hate eşkere kirin.
Û ji bo aştî û çareseriyeke mayînde, bang hate kirin ku hemû astengiyên li pêşiya aktoran bên rakirin da ku bi rola xwe rabin.

Bi pêşengiya Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd 24’ê Sibatê civînek lidarket.

Îro danezana wê bi sernavê “Divê em ji nû ve çareseriyê biaxivin” hate eşkere kirin.

Di encamnameyê de hate diyar kirin meseleya Kurd ji roja damezrandina Komarê ve, heye û wiha hate gotin:

Di civînê de car din derketiye pêş ku ne rast e mirov bi polîtîkayên ewlehiyê nêzî meseleyê bibe û tundî ne rêbazeke çareseriyê ye.

Hatiye rexnekirin ku ev mijar tenê di demên hilbijartinê de dikeve rojevê.

Di bingehê gelek pirsgirêkên li welêt de neçareseriya pirsgirêka Kurd heye, lê ev rastî nayê dîtin,

Di meseleya Kurd de pirsgirêk û bandorên heyî di encamnameyê de wiha hate rêz kirin:

  • Qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdan
  • Polîtîkayên şer, zext û tundîyê
  • Rakirina mafê destnedayînê yê parlamenteran û girtina wan
  • Pêkanînên qeyûm û dozên girtinê yên li hemberî partiyên siyasî
  • Bi polîtîkayên ewlekariyê meyzekirina li meseleyê qada azadî
  • Neçareseriya di meseleya Kurd de tundiya li ser jinan û xizaniya jinan

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd girseyên demokratîk bal kişandin li ser hewldanên 40 salan û gotin:

Têkildarî çareseriya meseleya civaka Kurd ji bo afirandina yekbûn û zimanekî hevpar, wê xebatên rêxistinên civakî yên sivîl girîng bin.

Bi vê yekê re ji bo hewldan û peywendiyan, divê şandeyeke hevpar bê avakirin.

Di vê çaroçeveyê de madeyên têkildarî çareseriyê jî ev peşniyar hatin kir:

  • Ji bo aştî û çareseriyeke mayînde rakirina astengiyên li pêşiya hemû aktoran
  • Divê Partiyên siyasî dûrî nakokiyên polîtîk nêzî meseleya Kurd bibin
  • Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî avakirina destûreke bingehîn a nû
Back to top button