Bi hezaran Ermenî li Êrîvanê ji bo îstifakirina Paşînyan meşiyan

Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê careke din bi hezaran kes ji bo îstifakirina serokwezîrê welat Nîkol Paşînyan xwepêşandanek lidar xistin.

Di xwepêşandana doh hate lidarxistin de, tevî hezaran kesî, nûnerên partiyên muxalîf jî di çalakiyê de cihê xwe girtin.

Ji ber pejirandina Paşînyan ji kontrolkirina Azerbeycan li herêma Qerebax a Çiyayî re daxwaza îstifaya wî hate kirin.

Xwepêşadêran li dijî peymana bi navbeynkariya Rûsya ku 10’ê Mijdarê hatî ragihandin slogan gotin.

Tevî hewaya sar xwepêşandêran hêrsa xwe ya li dijî serokwezîr nîşan dan.

Back to top button