Asayîşê nasnameya şehîd Şahir El Sultan eşkere kir

Asayîşê nasnameya endamê xwe Şahir El Sultan eşkere kirin û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Asayîşê li ser şahadeta endamê xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navendê diyar kir ku endamê wan 8’ê Sibatê dema erka xwe li Dêrezorê bi cih tanî, hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.

Asayîşê daxuyakirin ku şehîd Şahir El Sultan yek ji endamên wan yê bi hemû hêza xwe erkên xwe bi cih tanî.

Li gorî navendê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Şahêr El Sultan
Navê Bav: Mihemed
Navê Dayikê: Fitêm
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Dêrazor 1/3/2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazorê 08.02.2024

Li Til Temir 111 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî, ji bo bîranîna 111 cangoriyên azadiyê yên ku di meh û demên cuda de şehîd bûbûn merasîmek li darxist.

Di merasîmê de bal kişandin ser fedekariya şehîdan û gotin:

“Ewlehî û aramiya herêmê berhemên keda şehîdan e.”

Piştire merasîm bi sînevizyonek pêşandana wêneyên şehîdan bi dawî bû.

Şedadê-Şervanê QSD’ê Qusey El Kurdî hat oxirkirin

Back to top button