Li Ewropayê cotkar ji bo mafê xwe di nav çalakiyan de ne

Li ser banga gelek komeleyên cotkaran ên li Belçîkayê, bi sedan cotkar li nêzî avahiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) û Konseya Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê dest bi çalakiyê kirin.

Cotkar ji bo balêbikşînin ser çalakiyên xwe bi trextorên xwe daketin qadan.

Cotkaran bi 300 traktoran derdora avahiya ku wezîrên çandiniyê yên welatên YE wê hevdîtinê pêk bînin rê li trafîkê girtin.

Çalakgeran kamyoneke tijî lastîkên kevin û gurzên gîhayan avêtin ber barîkatê û agirpêxistin.

Polîsên Belçîkayê jî bi TOMA’yan mudaxeleyî çalakiyê kirin.

Cotkar daxwaz dikin ku berhemên erzan ên çandinî û xwarinê yên erzan ji herêmên curbecur, nemaze ji Ukraynayê, neyên îthalkirin.

Ji ber ku anîna tiştên erzan ji derve dibe sebeb ku cotkar nekaribin tiştên xwe di qîmeteke baş de bifroşin.

Ev yek jî cotkaran di nava zererek mezin de dihêle.

Çotkar di wê daxwazê de ne ku divê polîtîkayên çandiniyê yên YE’yê bê guhertin.

Ev demeke ku li gelek welatên Ewropayê bi taybetî Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Hollanda, Belçîka, Polonya, Macarîstan û Yewnanîstanê çalakiyên cotkaran têne ledarxistin.

Hindistanê xwepêşandanên cotkaran

Back to top button