Li Fransayê 10 hezar cotkar di çalakiyê de ne

Çalakiyên Cotkaran li Fransa û Almanyayê didomin.
Çalakgerên Fransî bertek nîşanî polîtîkayên hikumetê ya derbarê sektora çandiniyê de didin.
Her wiha li Almanyayê jî ji meha Kanûnê ve xwepeşandanên cotkaran didomin.
Cotkarên Almanî ji hikumetê daxwaz dikin ku ji bo îsal ji sedî 40, ji bo sala 2025’an ji sedî 30 kêm bike û ji sala 2026 de bi tevahî ji holê rake.

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin ragihand ku li paytext Parîsê 10 hezar cotkaran zêdetirî 100 noqteyên trafîkê girtine.

Cotkar jî xwe amade dikin ku bajarê Lyonê dorpêç bikin.

Çalakiyên ku cotkarên li Fransayê ji bo şert û mercên başkirina sektora çandiniyê û bertekên li hemberî polîtîkayên hikûmetê yên der barê sektora çandiniyê de bên lidarxistin dewam dikin.

Wezîrê Karên Hundir Gérald Darmanin ragihand ku cotkaran li paytext Parîsê zêdeyî 100 rê li trafîkê girtin û hat diyarkirin ku 10 hezar cotkar li kolanan e.

Hat ragihandin ku dema karwanê cotkaran ber bi Rungîs a herî mezin a fêkî û sebzeyan a Ewropayê ve diçû, li ser rêya A6 wesayîtên polîsan hatin bicihkirin.

Darmanin got, “Xwepêşander nikarin bikevin Rungis, Balafirgeha Parîsê û navenda bajêr.”

Cotkarên li Almanyayê li dijî plana hikûmetê ne

Ji aliyê din ve li gelek herêmên Almanyayê ji ber ku hikûmet plana rakirina alikariya çandiniyê dike, ji meha Kanûnê û vir ve çalakiyên cotkaran dewam dikin.

Li Almanyayê herî dawî cotkaran bi traktoran li ber baregehên partiyên ku hikûmetê pêk tînin, li dijî qutkirina alîkariya mazotê ya çandiniyê xwepêşandan kirin.

Piştî xwepêşandanên meha Kanûnê, hikûmeta Alman ragihand ku li şûna ku ji nişka ve daxistina baca mazota çandiniyê ji bo cotkaran bi dawî bike, ji bo îsal ji sedî 40, ji bo sala 2025’an ji sedî 30 kêm bike û ji sala 2026 de bi tevahî ji holê rake.

Her wiha dev ji rakirina bacê ya wesayîtên cotkaran berda.

Tevî vê yekê jî cotkaran di 8’ê Çile de dest bi çalakiya protestoyî ya mezin a hefteyekê kirin.

Back to top button