Civaka Demokratîk a Kurd bang li PDK’ê kir ku dev ji xiyanetê berde

Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) bi daxuyaniyekê bang li PDK kir ku tev ji xiyanetê berde.

CDK-S’ê di destpêka daxuyaniya xwe de balkişand ser berxewedana gelê kurd ku di 40 salên dawî de li dijî dagirkeriya Tirkiyê dimeşîne û hevkariya PDK’ê bi dagirkerana re û got:

” Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze destkeftiyên gelê kurd di 40 salên dawî de bi dest xistiye ji holê rabike.

Lê wê Kurd nehêlin ku destketiyên bi têkoşîna 40 salan hatine bidestxistin bêne tunekirin.”

CDK-S’ê da zanîn ku encama hevkariya xiyanetkaran a bi dijmin re gelek raperîn û berxwedanên mîna Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dersimê li ber serketinê hatin tepisandin û wiha berdewamî da axaftina xwe:

” Êdî tehemûla Kurdan ji vê yekê re nemaye. Êrîşên li Başûrê Kurdistanê yên bi agahiya PDK’ê yên li ser gerîla nayên qebûlkirin.”

Di dawiyê Civaka Demokratîk a Kurd ragihand ku ew îxanet û êrîşên hevkariyê tu carî qebûl nakin û bang li PDK’ê kirin ku dest ji vê helwesta hevkarî û xiyanetê berde.

FEDA: Divê PDK bes xwe bide aliyê dewleta Tirk a qirker

Back to top button