Kluba El Şemal û Meclisa Werzîşê ya Reqayê Turnuvaya 2’yemîn a Reqayê bi dawî kir. Di maça dawî de tîma Redîf El Şemal bi ser ket û bû şampiyon.
Kluba El Şemal û Meclisa Werzîşê ya Reqayê, 3’yê Tîrmehê turnuvaya fubolê bi beşdariya 58 tîman ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiribû.
Doh roja dawî a turnuvayê bû ku tîmên Redîf El Şema û El Bewasil maça dawîn li gundê Til El Simin ê başûr bakurê Reqayê lîstin.
Endamên Meclisa Werzîşê, gelek şênî û hezkiriyên lîstokê li maçê temaşe kirin.
Di dawiya maçê de tîma Redîf El Şemal bi encama 3-0 bi ser ket û bû şampyon.
Piştî bidawîbûna maçê, komîteya amadekar a turnuvayê 20 milyon lîre diyarî tîma serkeftî û 5 milyon lîre diyarî tîma duyemîn kir.