PDK deriyên komkujiyan ji dewleta Tirk re vedike

Li dijî hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk a dagirker re Endamê Komîteya Navendî Ya PKK’ê Murat Karayilan hişyariya dawî kiribû û gotibû; ‘”Ger ev yek dewam bike dibe ku şer jî biqewime.
Endamên Komîteya Navendî ya PDK’ê Elî Ewnî di bernameyekê TV de gotinên Murat Karayilan piştrast kir.
Elî Ewnî di bernameyê de bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku bikevin nava xaka Başûr û êrişên xwe zêdetir bikin.

Dewleta tirk ku Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, her roj li dijî herêmê êrişan pêk tîne.

Êriş û komkujiyên dagirkeriya Tirk jî di bin siya bêdengiya hikûmata Iraqê û PDK de pêk tên.

Li kêleka bêdengiyê, PDK di van sê salên dawiyê de hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re zêdetir kiriye.

Di dîmên û daxuyaniyên ku ji aliyê HPG’ê ve hatine weşandin de ev rastî tê belgekirin.

HPG’ê gotibû:

Hêzên PDK ji bo dagirkeriya Tirk hêsan bike li Zapê rêyan çêdike û rê nîşanî dewleta Tirk dide.

PDK’ê leşkerên Tirk di qereqolên xwe de bi cih dike.

Cilên peşmergeyan li leşkerên Tirk dike û leşkerên dagirker wisa êrişên xwe pêk tîne.

Bi kurtasî PDK ji dewleta Tirk re dibeje; va kadroyên PKK’ê li wir in, hûn dikarin wan tune bikin..

Murat Karayilan hişyariya dawî da PDK’ê

Endamê Komiteya Rêvebir ya PKK’ê Murat Karayilan beriya niha hişyarî dabû û diyar kiribû “heger hevkarîya bi dagikeriyê re dewam bike, dibe ku şer jî biqewime.”

PDK ji bo pêkanîna komkujiyan dagirkeriya Tirk vexwend başûr

Lê di dawiyê ew li xwe mikur hatin.

Di televezyoneke xwe de endamên Komîteya Navendî ya PDK’ê Elî Ewnî ji dewleta Tirk xwest ku “were axa Başûrê Kurdistanê endamên PKKê ji holê rakin”

Elî Ewnî ji bo pêkanîna komkujiyan bi rengekî eşkere neyarên sondxwarî yê gelê Kurd vedixwîne axa Başûrê Kurdistanê.

Serkêşê PDK bang li dewleta Tirk kir: Êrişên xwe zêdetir bikin

Heman rayedarê PDKê, duh li kêleka Îranê şerê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dikir, îro jî hespê Tirkiyê dibezîne û li dijî gelê xwe qîlên xwe tûj dike.

Back to top button