Biden: Di mijara bersiveke çawa de min bîryara xwe da

Êrişên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn di rojevê de ye.
Rayedarên leşkerî yên Amerîkî dibêjin piştî şerê Hemas û Îsraîlê 165 êriş li dijî hêzên wan yên li herêmê hatine kirin.
Piştî êrişa li Urdinê serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku di mijara wê bersiveke çawa bidin bîryara xwe daye.
Ketaib Hizbullah jî ragihand ku wan hemû êrişên xwe yên leşkerî yên li dijî hêzên Amerîkayê yên li herêmê rawestandine.

Li Rojhilata Navîn êrişên li dijî hêzên Amerîkayê dewam dikin.

Li gorî rayedarên leşkerî yên Amerîkayê bi destpêkirina şerê Hamas û Îsraîlê re li dijî hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn 165 êriş hatin kirin.

Piştî êrişa li dijî baregeha Amerîkayê ya li Urdinê ku di encamê de 3 leşker miribûn û 40 jî birîndar bûbûn, niqaş dewam dikin.

Rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden ku komên Îran piştgiriya wan dike ji vê êrişê berpirsyar dibîne çawaniya bersivdayîna êrişê dinirxîne.

Hat ragihandin serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kiriye di mijara wê bersiveke çawa bidin bîryara xwe daye.

Her wiha Biden dibêje ew Îranê berpirsyar dibîne ji ber alîkarîya perwerdê û çekan dide komên çekdar.

Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrîna Singh jî ragihandibû ku li pişt êrişa Urdinê Ketaîb Hizbûllahê heye ku Îran piştgiriya wan dike.

Lê rayedarên Îranê jî ragihandin ku ew li pişt van êrişan nînin.

Îran: Em ê bersiva gef û êrişan bidin

Şefê Supayên Pasdarên Îranê Hisên Selamî jî ragihand ku ew ê bersiva her êriş û gefên Amerîkayê bidin.

Selamî got,”Em gefan ji rayedarên Amerîkî dibihîzin. Ti gefek wê bê bersiv nemîne.”

Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Amir Saed Iravanî jî diyar kir li der û hundir êrişeke li dijî Îranê wê bersiv nemîne.

Ketaib Hizbullah: Me êrişên li dijî hêzên Amerîkayê rawestand

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Ketaîb Hizbullah Ebû Husên el Hamîdawî ragihand ku wan êrişên xwe yên li dijî hêzên dagirker rawestandine.

El Hamîdawî dibêje,

“Me li dijî yekîneyên Amerîkayê yên li herêmê bîryara rawestandina hemû operasyonên leşkerî da.

Em ê bi rêyên cuda parastina gelê xwe yê li Xezayê bidomînin.”

Şêwirmendê Karên Derve yê Serokwezîrê Iraqê Ferhad Eladîn diyar kir ev bîryara Ketaib Hizbullah piştî êrişa Urdinê di encama xebatên dîplomatîk yên serokwezîr de hat dayîn.

Eladîn dibêje; Serokwezîr Mihmed Şiya El Sûdanî çend roje bi hemû aliyên li hundir û derveyî Iraqê re danûstandin kir.

Ji bo pêşî li rageşiyan bê girtin divê hemû alî piştgiriyê bidin hewldanên serokwezîr.”

Rêxistinên Iraqî li dijî êrişên Amerîkayê di nava tevgerê de ne

Li aliyê din hat ragihandin rêxistinên Şîî yên Iraqî li dijî êrişên muhtemel yên Amerîkayê di nava tevgerê de ne.

Hat ragihandin rêxistinên Iraqî bîryargehên xwe vala dikin û bikaranîna telefonan qedexe dikin.

Kremlîn: Divê ji bo kêmkirina rageşiyê gav bên avêtin

Back to top button