HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên li herêma Çamçoyê 8 caran bi çekên kîmyewî û qedexe bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û sûcen şer ên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Li gorî vê

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 13’ê Çileyê de li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên gerîla ên bi tevger bi çekên giran du caran li dagirkeran dan.

Di vê çalakiya hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.

HPG: Qadên berxwenê 8 caran bi çekên kîmyewî û qedexe hatin bombekirin

Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî HPG’ê wiha got:

Di 13’ê Çileye de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê 8 caran bi çekên kîmyewî û qedexe hatin bombekirin.

Her wiha qadên berxwedanê carekê bi balafirên şer

Û bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin

Back to top button