Meşa ji Parîsê heta Strasboûrgê dest pê kir

Meşa dirêj a 25 rojan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji paytexta Fransa Parîsê heta Strasboûrgê dest pê kir.

Li Kolana La Fayette ya Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê ku 2013’an 3 jinên Kurd ên şoreşger lê hatibûn şehîdkirin, daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

KCDK-E: Ev çalakiyeke dîrokî ye

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut di daxuyaniya çapemeniyê de meşa 25 rojan weke “çalakiyeke dîrokî” bi nav kir.

Zubeyde Zumrut diyar kir ku wan bi 25 kesan dest bi meşê kirine û got ku li cihê ku yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin, dest bi meşê kirin.

Zubeyde Zumrut bi taybetî bal kişand ser bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) û banga “Nebin alîgirê êrîşên qirkirinê yê dewleta Tirk a ku li ser Kurdan dimeşîne.”

Serokê Konseya KCDK-E Mûrat Ceylan diyar kir ku ew komploger, hevkar û dagirkeran şermezar dikin û bal kişand ser berpirsyariya navneteweyî ya li ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakgeran dest bi meşê kirin.

Di meşê de wê qert bên şandin, serdana komên siyasî û saziyên sivîl bên kirin, pêşandana fîlman, civînên gel, şano û gelek çalakiyên din bên lidarxistin.

Meş wê di 15’ê Sibatê salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li Strasboûrgê bi dawî bibe.

Back to top button