Êriş didomin û her kes bêdenge.
Em behsa bakur û rojhilatê Sûriyê û êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên rojane dikin.
Roj bê êrişên Tirkiyê derbas nabin.
Îro jî herêm rastî topbarana dagirkeriya qirker a Tirkiyê hat.
Dewleta tirk derdora navçeya Til Rifat, gundê Bêlûniyê yê Şehba, gundê Şewarqa û Tinibê yên navçeya şera ya kantona Efrinê topbaran kirin.
Seatên sibehê jî gundê Tewîle yê navçeya Til Temirê rastî topbarana dijwar hat.
Doh saetên berbangê jî, dewleta Tirk a qirker gundê Dişîşa yê Til Temirê topbaran kir.
Jin û zarok di nav de, 4 kes birîndar bûbûn.