Enternasyonalan piştgiriya pêngava ‘100 hezar kartan’ kir

Pêngava şandina kartpostalên ji bo Îmraliyê eleqeyek mezin dît.
Di çarçoveya kampanyayê de li Londonê çalakiyek hat lidarxistin.
Beşdarên çalakiyan wiha gotin:
“Em dixwazin ji bo Rêber Apo 5 hezar kartpostalan bişînin
Kesê azadî û demokrasiyê dixwaze bila tevlî pêngavê bibe.”

Pêngava “100 hezar kart” ya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatibû destpêkirin, berdewam dike.

Li Londonê di çarçoveya pêngavê de çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêber Apo.

Pişt re bi dehan kartpostalên ku ji bo şandina Îmraliyê hate îmze kirin.

Li Îngilistanê jî heta niha bi sedan kartpostalên îmzekirî hatine berhevkirin.

“Em dixwazin ji bo Rêber Apo 5 hezar kartpostalan bişînin”

Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal diyar kir ku ew dixwazin ji Ingilistanê ji bo Rêber Apo 5 hezar kartpostalan bişînin.

“Ji bo pêkanîna demokrasiyê azadiya Rêber Apo esas e”

Şêwekara modayê ya Îtalî Alessandra Battîstonî diyar kir ku ji bo pêkanîna demokrasiyê azadiya Rêber Apo esas e.

Aktîvîstê Kurd Jasper Allen jî anî ziman ku li dijî tecrîdê û ji bo li hemû cîhanê mafê xweseriyê yê gelê Kurd bê naskirin, divê ew dengê xwe hîntir bilind bikin.

Civaknas Dan Brown ê ku aktîvîstê Tora Piştevaniya Kurdistanê bû wiha got:

“Ji bo çareseriya siyasî ya aştiyane ya pirsgirêka kurd em ê têkoşînê bidomînin.”

“Kesê azadî û demokrasiyê dixwaze bila tevlî pêngavê bibe”

Ji çalakvanê PJAK’ê Zerdeşt Hewramî jî wiha got: “Kesê azadî û demokrasiyê dixwaze bila tevlî pêngavê bibe.”

“Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser jinan e”

Ji Meclîsa Jinan a Jiyan Bîrsen Dîcle jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêbert Apo tecrîda li ser jinan e û bang li hemû jinan kir ku li dora pêngavê bibin yek.

“Li Parîsê seferberiya qertpostalan”

Back to top button