Înîsiyatîfa Rêber Apo ji serokê nû yê OHCHR’ê re peyam şand

Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji serokê nû yê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Omar Zniber re peyam şand û xwest dijî tecrîdê bikevin nava hewldanan.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) di civîna xwe ya 10`ê Çileya 2024`an de Nûnerê Daîmî yê Mexrîbê (Fas) yê Ofîsa Netewên Yekbûyî ay Cinêvê Omar Zniber wekî serokê nû yê komîseriyê hilbijart.

Piştî belavbûna nûçeya hilbijartinê, Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji Omar Zniber re nameyek şand.

Li gor agahiyên endamên înîsiyatîfê, name bi riya înternetê hatiye şandin.

Di heman demê de Omar Zniber ji ber erka wî ya nû hatiye pîrozkirin.

Her wiha jê hatiye xwestin ku ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîn azadiya wî ya fizîkî mijarê bixin rojeva xwe.

Di nameyê de rewşa li Îmraliyê û sûcên dijî Rêber Abdullah Ocalan jî hatine rêzkirin.”

Enternasyonalan piştgiriya pêngava ‘100 hezar kartan’ kir

Back to top button