Hikûmeta Şamê bi biryarên xwe rewşa aborî ya Sûriyê xerabtir dike

Bi têkçûna nirxê lîreya Sûrî beramberî dolar, her diçe rewşa aborî û debara jiyanê ya welatiyên Sûrî xerabtir dibe.

Li paytexta Sûriyê Şamê her dolarek gihîşt bi qasî 14900 lîreyên Sûrî û li herêmên dîtir ên Sûriyê 15000 derbas kiriye.

Li hemberî rewşa aborî ya xerab hikûmeta Şamê bêçare ye.

Bi ser de jî biryarên dûrî berjewendiyên welatiyên Sûriyê distîne.

Herî dawî serokê hikûmeta Şamê Beşar Esed derbarê pereguhêr û kesên ku pereyan vediguhêzin derveyî Sûriyê 2 biryar derxistin.

Li gorî wan biryaran kesê ku karê pereguhêriyê yan pereyên biyanî wek dolar û Euro derbasî derveyî Sûriyê dike, ji 5 salan heyanî 15 dikeve zîndanê.

Her wiha bi qasî 3 qatên pereyên desteserkirî, bac li ser wan kesan tê sepandin.

Di encamê de baca ku dê were sepandin ne kêmtirî 25 milyonan e û hemû pereyên wî tên desteserkirin.

Ev biryara hikûmeta Şamê di demeke ku pêwîstiya welatiyên Sûrî bi cihên pereguhêrî û veguhestinê heye tê.

Tê zanîn ku malbatên Sûrî ji ber daketina nirxê pereyên Sûrî, nema dikarin wek berê debara jiyana xwe bikin.

Ji ber vê yekê xwe dispêrin pereyên ku ji derve ji kes û karên xwe tên, dikin.

Back to top button