Çeteyek li Çiyayê Tirkmen ê Laziqiyê hat kuştin

Şer li eniyên Hema, Idlib û Laziqiyê, di navbera hêzên hikûmet û çeteyan de berdewam e.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê devera Çiyayê Tirkman a li Laziqiyê, topbaran kir. Di encamê de, çeteyek hat kuştin.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku hêzên hikûmetê bi topan devera Sehil El-Xab a Hemayê û gundê Filêfil ê Idlibê, kirin armanc.

Der barê ziyanên van êrîşan, ti agahî nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk karwaneke din a leşkerî derbasî Hemayê kir

Li li aliyekî din, artêşa Tirkyê bi armanca avakirina nuqteyeke leşkerî, karwanek ji alavên leşkerî û lojistîk derbasî devera “bêçek” a li Hemayê, kir.

Bi vê yekê, jimara nuqteyên leşkerî yên devera navborî hatine çêkirin, bû 64 nuqte.

Back to top button