35 Rêxistinên Sûrî daxwaz li YE û NY kir ku ji bo dosyaya mafên mirovan li Sûriyê, divê zext li Tirkiyê were kirin û têkiliyên pê re ji nû ve di ber çavan re werin derbaskirin.
35 Rêxistinên Hiqûqî yên Sûrî, der barê sûc û binêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, bi du nameyên hevbeş, bang li YE û NY kir ku:
Dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrîn û Serê Kaniyê sûcên şer pêk tînin.
Divê li hemberî van sûcan, YE û NY rêkarên pêwîst bigerin û zextê li dewleta Tirk bikin da dagirkeriya xwe bi dawî bike.