Li Somalyayê, 189 çeteyên Hereket El-Şebab hatin kuştin

Li Somalyayê, 189 çeteyên Hereket El-Şebab ji ber êrîşeke artêşa Oxendî, hatin kuştin.

Artêşa Oxendî ya ku di nava hêzên Yekîneyên Afrîkayê Emsyom li Somal de kar dike, ragihand ku hêzên wan li dijî nuqteyên Hereket El-Şebab êrîşek stratejîk pêk anî.

Ev êrîş li gundê Sîgalî yê li başûr-rojavayê Meqedîşoyê rû da û di encamê de, 189 çete hatin kuştin û nuqteya wan hat rûxandin.

20 hemen mehê û li ser destê heman hêzê, serçeteyek di nav de, 4 çeteyên Herket El-Şebab hatin kuştin.

Back to top button