YAT’ê 3 DAIŞ’î li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk hewldaneke êrişê ya çeteyên DAIŞ’ê têk bir.
QSD’ê ragihand ku Yekîneyên Antî Teror 3 endamên DAIŞ’ê di nava wan de serçeteyek bi operasyonên cuda girtin.
Li gorî wê, van çeteyan amadekarî dikirin ku êrişî Kampa Holê û girtîgehên DAIŞ’ê bikin.

Navenda Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku YAT’ê li deverên Til Hemîs, Hol û Dêra Zorê 3 operasyon pêk anîne û di encamê de, serçeteyekî DAIŞ’ê û 2 endamên din ku berpirsên dabînkirina çekan ji bo şaneyan bûn, hatin girtin.

QSD: Çeteyan amadekriya êrişekê dikirin

QSDê di daxuyaniya xwe ragihand ku van çeteyan xwe amade dikirin da Kampa Holê û girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê bikin armanc, lê hêzên wan rê li ber vê yekê girt.

Her wiha rêjeyek ji çek û cebilxaneya wan çeteyan jî ket destê şervanên YAT”ê.

Navenda Ragihandina QSD’ê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk jî û got:

Bi êriş û zêdegaviyên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûrî, şaneyên veşartî yên DAIŞ bi taybet li herêmên Dêra Zor, Hol û Til Hemîs çalak bûn û hewl didin êrişan pêk bînin.

Back to top button