7’emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî (Sala Melayê Cizîrî) bi xwendina helbestan li Qamişlo dest pê kir.
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, 7’emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya bi sala helbestvan û nivîskarê Kurd Melayê Cizîrî ye dest pê kir.
Mîhrîcan li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, nûnerên Rêveberiya Xweser û TEV-DEM li dar ket.
Îsal pêşbirka mîhrîcanê ser helbestan e û çalakiyên wê heta 3’ê Mijdarê didome.