Ji sedî 35 welatiyên Îranê di asta hejariyê de ne

Li Îranê hejarî zêde dibe. Ji sedî 35 welatiyên îranê di bin sînorê hejariyê de ne.

Li gorî nûçeya Tasnîm, Rêveberê Giştî yê Navenda Aborî ya Meclisa Lêkolînê ya Îranê Mûsa Şehbazî hejariya li welat gihiştiya sînorê ji sedî 35.

Şehbazî diyar kir ku asta girtina pêwistiyên xurekan gelek kêm bûye.

Îranî li cihê goştê sor, berê xwe dane goştê mirîşk û hêkan

Şehbazî polîtîkaya welat ya xurekan rexnekir û weke binkeftî binav kir.

Li gorî daneyên rêveberiya Îranê ku 14’ê Cotmeha 2018’an eşkerî kirî sala 2017’an daneya hejariya li welat ji sedî 17’bû.

Li Îranê ji ber krîza aborî hejarî bûye yek ji mijara sereke ya li welat.

Gefxwarinên di navbera rêveberiya welat û Amerîkayê de, rewşa heyî hîn kembaxtir dike.

Back to top button