Şaneya Ewlekariya Ragihandina Iraqî ragihand ku duh li Samerayê 4 serçeteyên DAIŞ’ê di kemîneke hevbeş a Lîwaya Mexawîr û Seraya El-Selam de hatin kuştin.
Şaneyê da xuyakirin ku 2 çeteyên kuştî, kemberên xweteqandinê li xwe kiribûn.
Li Kerkûkê jî, Ajansa Têkbirina Terorê çeteyekî DAIŞ’ê girt.
Piştre Ajansê 10 çete, di nav de 6 serçete bi operasyonekê girtin û 2 jî kuştin.
Operasyonên hêzên Iraqî yên têkbirina terorê ranewestiyane, tevî wê jî, hêj dawî li bermahiyên DAIŞ’ê nehatiye.