Piştî Imaratê, Behreyn jî dest bi têkiliyan bi Israîlê re dike

Piştî lihevkirina aştiyê ya di navbera Imarat û Israîlê de, Behreynê jî destpêkirina têkiliyên dîplomatîk bi Israîlê re ragihand.
Li ser vê lihevkirinê jî, ji aliyê gelek welatan ve helwestên erênî derketin, çend welatan jî ev lihevkirin şermezar kir.

Duh Amerîka, Behreyn û Israîlê, bi daxuyaniyeke fermî ya hevbeş ragihand ku, Behreyn û Israîlê li ser destpêkirina têkiliyên dîplomatîk, weke gavekê ber bi aştiyê li rojhilata navîn, li hev kir.

15’ê Îlonê li Koşka Spî wê Behreyn beşdarî merasîmên îmzekirina peymana aştiyê ya Imarat û Israîlê bibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku di vê demê de ti kes ne li benda lihevkirina Behreyn û Israîlê bû lê van dewletan li hev kir. Trump ji bo vê lihevkirinê spasiya serkirdeyên her dewletan kir.

Her wiha Trump ragihand ku, li gor lihevkirina di navbera Behreyn û Israîlê de wê balyozxane li her du welatan were vekirin, geştên asmanî yên yekser di navbera wan de dest pê bikin.

Her wiha li gorî lihevkirinê, xeteke esmanî ya bazirganiyê, li gel hevkariya teknîkî, çandinî, ewlekarî û perwerdeyê, di navbera herdu welatan de tê kirin.

Biryar e ku ev peyman, ji aliyê wezîrê derve yê Behreynê Ebdul Letîf El-Zeyanî û serokwezîrê Israîlê Binjamin Natanyahu ve, li Waşingtonê were îmzekirin.

Îmzekirina vê peymanê jî, wê hemwextî îmzekirina peymana Imarat û Israîlê be ku roja 15’ê Îlonê ye

Natanyahu teqez kir ku Rojhilata Navîn serdemeke nû ya aştî li beramber aştiyê dijî û spasiya serokê Amerîka li ser keda wî ji bo pêkanîna lihevkirinên aştiyê kir.

Her wiha serokkomarê Misirê Ebdul Fetah Sîsî jî, destpêkirina têkiliyan di navbera Israîl û Behreynê de, bi gaveke girîng bi nav kir.

Şêwermenê Şahê Behreynê Nebîl El-Humir jî, teqezî li ser girîngiya peymana bi Israîlê re kir û got:

“Aştiya giştî ya adil, rêya herî baş a garantiya mafên Filistînê ye.

Wezareta derve ya Imaratê jî, destpêkirina têkiliyên Israîl û Behreynê pîroz kir

Li beramber van helwestan jî, Îran, Tirkiye, Hemas û desthilatdariya Filistînî, peymana Behreyn bi Israîlê re şermezar kir.

Back to top button