Koalîsyona Erebî, navendên çêkirina mûşek û dronên hûsî rûxandin

Îro berbangê, Koalîsyona Erebî, çend êrîşên esmanî birin ser rêveberiya endizyariya leşkerî ya Hûsiyan li rojhilatê Sen’ayê.

Li gorî agahiyan, Koalîsyonê, navendên çêkirin û komkirina mûşekên Palistîk û amadekirina dronan yên hêzên Hûsî, kirin armanc.

Ev yek di demekê de tê, ku duh Înê, artêşa Yemenê, kontrolkirina navenda birêvebirina pergala pêwendiyan a hêzên Hûsî, li rojhilatê bajarê Hezim ê parêzgeha Cewf, ragihand.

Malpera fermî ya artêşa Yemenî diyar kir, ku artêş, paqijkirina eniya Nidûd a li parêzgeha Cewf ji çekdarên Hûsî, dewam dike.

Yekşema borî, artêşa Yemenî, dest bi operasyoneke berfireh li dijî hêzên Hûsî kiribû, û heta niha eniyên Sebayix û Hiwêşan bi temamî rizgar kirin, her wiha rûberin berfireh ji eniya Nidûd jî ji çekdarên hûsî paqij kirin.

Back to top button