SWÊD: LI CIHÊ KU ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LÊ NE WÊ WERIN DARIZANDIN

Hikumeta Swêdê piştî bêdengiyeke dirêj li ser darizandina çeteyên DAIŞ’ê helwesta xwe diyar kir. Wezîr Mikael Damberg got, divê DAÎŞ’î dewsa Ewropayê li devera lê ne derkevin pêşberî dadgehê û li wir bên darizandin.
Hollanda, Fransa, Îngilîstan û Belçîkayê jî bi rengekî germ nêzî banga Swêdê dibin.

Ji bo çeteyên DAÎŞ’ê yên li gel QSD’ê girtîne dadgeheke taybet a bi beşdariya çavdêriyên navneteweyî werin darizandin, rêveberiya Swêdê kete nava hewildanan.

Li gorî agahiyan, bi vê armancê wê bi hewldana Swêdê 3’ê Hezîranê yekemîn civîna navneteweyî pêk were.

Wezîrê Karên Hundir ê Swêdê Mikael Damberg ji ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û diyar kir, dewlet êdî divê darizandineke bi vî rengî bixin rojeva xwe.

Wezîr Damberg got, nûnerên welatên tevlî civînê bibin wê ne tenê nêrînên xwe parve bikin, di heman demê de wê sûcên ku DAÎŞ ji ber wan bên darizandin destnîşan bikin.

Wezîr Damberg diyar kir, divê DAÎŞ’î dewsa Ewrpoyê li devera lê ne derkevin pêşberî dadgehê û li wir bên darizandin.”

Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Kickl jî ji bo çeteyên DAÎŞ’ê yên di destê YPG’ê de ne li dadgeha sûcên şer a navneteweyî bên darizandin serî li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dabû.

Yekîtiya Ewropayê hîn bersiv nedaye vê daxwaza Viyanayê.

Serokê DYE’yê Donald Trump meha Sibatê bang kiribû û gotibû,

“DYE ji Qraliyeta Yekbûyî, Fransa, Almanya û hevkarên xwe yên din ên Ewropayî dixwaze, ji bo zêdeyî 800 DAÎŞ’ê yên li Sûriyê hatine girtin li pêşberî dadgeriyê werin darizandin, wan werbigirin.

Alternatîfeke din nîne, naxwe em ê neçar bimînin wan berdin.”

Lê belê heta niha bi taybetî Almanya û Îngilîstanê bersiveke neyînî dane daxwaza Trump.

Zêdeyî 2800 DAÎŞ’î ji aliyê yekîneyên taybet ên YPG-YPJ û QSD’ê ve li bakurê Sûriyê hatibûn girtin.

Zêdeyî 800 çeteyên DAÎŞ’ê yên ji 46 welatên biyanî ku piraniya wan welatên rojavayî ne di girtîgehan de ne.

Heta niha tenê Fransa, Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê welatiyên xwe yên di destê YPG’ê de xwestine.

Leave a Reply

Back to top button