TEV-DEM: ŞEHÎD MIRASEYÊN ME YÊN NETEWÎ NE

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û got: Şehîdên me mîraseya me ne , bi serkeftinên wan jiyana hevbeş hat avakirin.

TEV-DEM’ê têkildarî 18’ê Gulanê roja şehîdan daxuyaniyek da û wiha got:

Bi qehremantî û fedekariya bi hezaran şehîdan, em baweriya serkeftinê ber bi îradeya azad ve misoger dikin.

Şehîd ew miraseyên me yên netewî ne ku bi xwîna hemû şehîdên kurdistanê, li bakur û rojhilatê Sûriyê jiyana hevbeş ava bûye.

Şehêdên me bûne sembola jiyana hevbeş.

Em weke TEV-DEM’ê careke din şehîdên xwe bi bîr tînin û sersaxiyê ji hemû malabatên wan re dixwazin .

Leave a Reply

Back to top button