Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: berxwedan wê teqez serbikeve

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd dane destpêkirin di roja 85’an de ye.
Bi heman awayî çalakiyên Nobeta Edaletê jî dewam dike.
Beşdarên di çalakiyên Nobeta Edaletê de îro careke din peyam serketinê dan.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 85 rojin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd di greva birçîbûnê de ne.

Greva dîlgirtiyên azadiyê bi biryardariyeke mezin dewam dike.

Li kêleka vê Nobeta Edaletê jî ya ku malbatên girtiyan dane destpêkirin, li gelek bajaran dewam dike.

Di çalakiyên de çalakgeran careke din daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirskirêka Kurd kirin.

Çalakgerên li Amedê di roja 77’an de jî peyamên bilindkirina têkoşînê dan û gotin:

“Ji bo avakirina jiyana azad wê têkoşîna me dewam bike.

Lewma em bang li herkesî dikin ku werin û bibin dengê zindanan.”

Di dema çalakiyê de gelek kesan serdana cihê nobetê kirin û piştgiriya xwe ya bi çalakgeran re anîn ziman.

Her wiha li Êlih, Edene, Mêrsîn û Wanê jî gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên sivîl, serdana nobetê kirin.

Kesên serdana nobetê kirin gotin:

“Mifteya aştiyê birêz Abdullah Ocalan e.

Dema ku ew azad bû, wê gelê kurd jî gelê tirk jî azad bibe.”

Her wiha çalakgeran balkişandin ser çalakiyên li girtîgehan û gotin:

“Em dixwazin daxwazên girtiyan demildest werin bicihanîn.”

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85’an de didom e

Back to top button