Îran û Çînê peymana hevkariyê îmze kirin

Tahran û Pekîn hevkariya stratejîk xurt dikin.
Rêveberiya Îranê ragihand ku bi Çînê re peymaneke hevkariyê îmze kirine.
Her wiha di vê serdanê de 20 peymanên lihevkirinê li ser hevkariyên dualî yên Îran û Çînê jî dê bên îmzekirin.

12’ê Sibatê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li gel şandeyek bilind serdana paytexta Çîn Pekînê kir.

Cîgirê siyasî yê ofîsa Îbrahîm Reîsî eşkere kir ku yek ji armancên serdanê bicihanîna lihevkirina stratejîk a 25 salî ya di navbera Îran û Çînê de ye.

Li gorî nûçeyek a Ajansa Îran News’ê belavkirî, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û serokê Çînê Xi Jinping civiyan.

Lîderan di civînê de, ‘peymana hevkariyê’ îmzekirin.

Her wiha di vê serdanê de wê ji bo pêkanîna peymana hevkariyê ya stratejîk a ji bo 25 salan navbera her du welatan de dê were nirxandin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Wang Wenbin destnîşan kir ku serokê her du welatan di serdanê de li ser mijarên herêmî û navneteweyî yên ku bi hev re girêdayî ne, nêrînên xwe parvekirin.

Wang Wenbîn her wiha diyar kir ku Pekîn jî hevparê xwesteka Têhranê ya ji bo pêşxistina hevkariyên stratejîk e û bendewariyên Çînê heye ku bi Îranê re ji vê serdanê wekî derfetek ji bo pêşvebirina hevkariyên stratejîk ên berfireh di navbera her du welatan de bixebite.

Ajansa Nûçeyan a Îranê ku nêzîkî Reîsî ye, ragihand ku Îran li gel Çînê li ser nêzîkbûnên yekalîbûn û serbixwebûna siyasetê xwedî helwestek hevpare ku ji bo di warên cuda de hevkariyên baş bikin aniye gel hev.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan derbarê heman mijarê de ragihand bernameya serdana Îbrahîm Reîsî ya ji bo Çînê li ser bingeha siyaseteke hevseng a derve ye.

Ebdullahiyan her wiha da zanîn ku wezîrên di şandeya vê serdanê de peymannameyên lihevkirinê amade kiribûn, ji ber wê 20 peyman ji aliyê rayedarên payebilind ên her du welatan ve bên îmzekirin.

Hêjayî gotinê ye ku 2021’an Çîn û Îranê lihevkirinek stratejîk ji bo 25 salan îmze kiribûn.

Lihevkirin aliyê siyasî, stratejî, aborî, neft, kanza, pîşesazî, veguhestin û çandiniyê digre nava xwe.

Back to top button