Hêzên ewlehî yên Iraqê li bajarê Nînewayê bi operasyonek taybet ve 2 serçeteyên DAIŞ’ê girtin.
Wezareta Paristina Iraqê di derbarê oporîsyonên li dijî DAIŞ’ê de daxuyaniyek ragihandin û wiha diyar kir:
“Hêzên me li ser zanyariyên îstixbaretî li 2 cihên cuda yên parêzgeha Nînewa operasyon pêk anîn.
Di encama operasyonê de 2 serçeteyên DAIŞ’ê hate girtin.
Ji wan serçeteyan yek berpisrê taxa Hey Elî ya Musilê ye, yê din jî li bajarokê Nemrûdê berpirsê gihandina şaneyên DAIŞ’ê ye.”