Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku malbatên Êzidî hîn vedigerin Şengalê û banga vegera yên mayî jî kir.
Meclisa Şengalê destnîşan kir ku ji nîvê meha Nîsanê ve, derdora hezar û 300 malbatên Şengalî yên li kampên Başûrê Kurdistanê diman, vegeriyan malên xwe.
Meclisa Şengalê anî ziman ku ew bi hemû hêza xwe, xizmeta koçberên vedigerin warên xwe dikin û got:
“Divê her kes bizane ku Şengal xaka me ye û em ê vala nehêlin.
Hêz û vîna xwe jî xurttir bikin û piştevaniya hêzên xwe yên leşkerî bikin.
Divê ji komkujî û fermanên li dijî wan pêk hatine fêr bibin, dijmin û dostên xwe jî nas bikin.”