NY, Banga zêdekirina derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê kir

Di çarçoveya nakokiyên navbera endamên Konseya Ewlekariyê ya NY de, ku li ser derbaskirina alîkariyan di dergehên li jêr dagirkeriya Tirk de li hev nakin, NY banga zêdekirina şandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê kir..

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stephan Dujarric duh ji çapemeniyê re axivî û got:

“Em hewcedarê zêdekirina derbaskirina alîkarîyên mirovî ne, em ne bi kêmkirina wê re ne.”

Sêşemê, Rûsya û Çînê derbaskirina alîkarîyan veto kiribû..

Paşê, Rûsya xwest tenê dema alîkarîyan heya 6 mehan dirêj bibe û alîkarî di yek derîyê re derbas bibe, ew jî derîyê di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de..

Lê ev pêşnûmeya Rûsyayê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve hat redkirin.

Tê zanîn, îro dema biryara şandina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê bi dawî dibe.

Back to top button