Meclisa Civaka Ermenî û Al El Beyt bi daxuyaniyên cuda bang li gelê herêmê kirin ku yek bin û li hember hemû palanên qirêj bisekinin.
Endamên Meclisa Civaka Ermenî ya li Hesekê daxuyaniyek dan û wiha hate gotin:
“Em Ermen, Ereb, Kurd, Suryan, Asur, Tirkmen û Çerkes bi tevahî ol û baweriyên xwe, qebûl nakin tu kes destdirêjiyê li xaka me bike.
Em qebûl nakin ku kes cudahiyê bixe navbera me”.
Meclisê di dawiyê de wiha got:
Em destekê didin QSD û Rêveberiya Xweser, em bi hev re dibêjim na ji fitneyan re.
Kilîta aştiyê li Sûriyeyê di destê QSD′ê de ye, QSD′ê hêviya gelan e”.
“Em ê li dijî hemû êriş û planên qirêj bisekinin”
Li Tebqayê jî Endamên Komeleya El-Beyt, endamên saziyên sivîl, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û endamên partiyên siyasî li goristana şehîdan a bajarê Tebqayê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin operesyona ku QSD’ê daye destpêkirin piştî bang û daxwazên gelek eşîr û êlên li herêmê ye û ev yek hate gotin:
“Em jî li pişta QSD’ê ne û bang li tevahî gelê xwe dikin ku yek bin û rê nedin fitneyan”.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kiirn ku pêkhateyên herêmê bi salane bi hevre dijîn û ew ê li dijî hemû planên qirêj, bisekinin.



