Ferhad Şamî: Idîayên dewleta Tirk ku dibêje QSD’ê êriş biriye ser wan derewand

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî diyar kir ku hêzên wan li ser sînorê Kobanê ti êriş pêk ne anîne û îdiayên dewleta Tirk derewand.: Şamî got, “QSD wê di çarçoveya parastina rewa de bersvia êişên dagirkeriya Tirk bide.” Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan tirsandin û koçberkirina gel û valakirina herêmê ye.

Têkildarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de, berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî ji Ajansa Hawarê re axivî.

Şamî da zanîn dagirkeirya Tirk beriya hefteyekê amadekariyên êrişeke dagirkerî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha got:

Ferhad Şamî: Armanc ji êrişan tirsandina welatiyan û koçberkirina wan e

“Li ser xetên sînorî weke Kobanê û Şehba û herêmên din , liv û tevgereke dagirkeriyê hebû.

Dagirkeriya Tirk amadekarî dikir bi tank û obîsan êriş bike, ji ber wê dewriyên hevbeş ên bi Rûsya re nêzî 15 roj in sekinandine.

Heman demê çapemeniya dagirkeran li ser xeta sînor bû. Wekî ku gel direve dixwestin rojevê ava bikin.”

Şamî têkidarê êrişên îro ên li ser Kobanê jî da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk ji vê yekê koçerkirina sivîlan e.

Ferhad Şamî: QSD wê di çarçoveya Parastina Rewa de bersiva êrişan bide

Ferhad Şamî idîayên ragihandina dewleta Tirk ku dibêjin hêzên QSD’ê êriş kirine derewand û got:

“Hêzên me tu çalakî li hêrêmên ku qala wan dikin pêk neanîne.”

Ferhad Şamî: Bêdengiya Rûsya cesaretê dide dewleta Tirk

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî bal kişand ser hebûna hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li cihên tên hedefgirtin û wiha got:

“Herêmên hatine hedefgirtin wekî rojavayê Kobanê gelek nuqteyên çavderiyê yên Rûsan lê hene.

Bêdengiya Rûsya cesaretê dide dewleta Tirk.

Ferhad Şamî: Cihên hêzên hikûmeta Şamê tên topbaran kirin lê bersiva êrişan nadin

Cihên hêzên hikumeta Şamê tên topbarankirin lê hikumeta Şamê bersiva van êrişan nade.”

Ferhad Şamî tekez kir ku QSD’ê wê di çarçoveya parastina rewa de bersia êrişên dagirkeriya Tirk bide

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê: Hêzên navnetewî berpirsên van êrişan in

Rêveberiya Xweser a Herêmê Firtê jî têkildarî êrişn li ser Kobanê daxuyanî da.

Rêveberiyê diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji van êrişan belavkirina tirs û xofê di nava welatiyan de û koçberkirina wan e.

Rêveberiya Xweser a Herêmê Firatê dewletên garantor û Koalisyona Navneteweyî weke berpirsên van êrişan dît.

Rêveberiyê di dawiyê de bang li welatiyan kir ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ji warên xwe dernekevin.

Back to top button