Hesekê-MSD û Partiya Çep panelek li dar xist

MSD û Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, li bajarê Hesekê, panelek li dar xist.
Mijarên sereke yên hatin nirxandin, beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê, her wiha nêzîkatiyên hikumeta Şamê bi welatên Ereb û bi dewleta Tirk re.
Di panelê de beşdaran teqezî li ser girîngiya yekîtiya hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrîşên dagirkeran kir.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’e bi koordîneya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, derbarê pişketinên dawîn ên siyasî li bajarê Hesekê panelek li dar xist.

Panel bi beşdariya bi dehan ji nûnerên partiyên siyasî, nûnerên êlên kurdî û erebî, siyasetmedarên serbixwe û rewşenbîran, dest pê kir.

Hisên Ezam: Dewleta Tirk naxwaze rastiya sûcên wê eşkere bibe

Hevserokê navenda têkiliyan a MSD’e ya herêma Cizîrê Hisên Ezam di panelê de axivî.

Hisên Ezam destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyalog, derketina hemû hêzên dagirker û pêkanîna biryara NY ya 2254’an pêkan e.

Ezam daxuyakirin ku dagirkeriya Tirk di demên dawî de êrîşên xwe zêde kirine û ev jî bi armanca rêgirtina li pêş pêkanîna beyannameya Rêveberiya Xweser û darizandina DAIŞ’ê ye.

Hisên Ezam diyar kir ku dewleta Tirk ku piştgiriya DAIŞ’ê dike, naxwaze rastiya sûcên wê eşkere bibe.

Mihemed Salih Ebdo: Dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê biguherîne

Endamê mekteba siyasî ya partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Salih Ebdo jî bal kişand ser nêzîkatiya hikumeta Şamê bi welatên Ereb re û got:

“Ev nêzîkatî ti çareseriyê bi xwe re nayîne, ji ber pêngava ‘gav li beramber gavekê’ pêk nayê û hikumeta Şamê têkiliyên xwe bi Îranê re qut nake”

Salih Ebdo behsa hewildanên asakirina têkiliyên Şam û Enqereyê bi navbeynkariya Rûsyayê jî kir û wiha got:

“Ev yek bi armanca têkbirina projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya reşkirina projeya Rêveberê Xweser tê kirin.”

Ebdo di dawiyê de destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi her şêwazî hewil dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Di dawiya panelê de beşdaran teqezî li ser girîngiya yekîtiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dagirkeran kir.

Back to top button