Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û ya Serêkaniyê merasîma bîranîna şehîd Zîlan û 84 şervanên ku di cih û salên cuda yên Hezîranê de şehîd bûbûn, li dar xist.
Merasîm li Hola Reşo ya li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xelîl Omer axivî û got:
“Ne ji fedakariya şehîdan bûya, îro destkeftiyên Şoreşa Rojava tune bûn.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me li pêş vîn û israra me ya serkeftin û azadiyê nabin bend.”
Her wiha fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Alan Hesekê jî axivî û ev yek got:
“Ku ji bo zindîkirina rihê şehîdan divê têkoşîna li dijî êrişên dagirkeriyê û têkbirina planên wê were xurtkirin.”
Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Beraa El Salih nameya şehîd Zîlan a beriya çalakiya fedaî xwend.
Merasîm bi pêşandana sînevîzyoneke wêneyên şehîdên Hezîranê bi dawî bû.