Li navçeyên Qamişlo êrişên li dijî herêmê hatin şermrzarkirin

Bi hezaran xelkê navçeya Çilaxa, Girkê Legê, Til Hemîs û Til Birakê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.
Şêniyan eşkere kirin ku ew ê li dijî êrişan li ber xwe bidin û heta dawî têbikoşin.

Çalakiyên gel yên li dijî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de, şêniyên navçeyên kantona Qamişlo bi çalakiyan êirşên li ser herêmê daketin qadann

Şêniyên navçeya Çil Axa li dijî êrişan li hev kombûn û bi tundî şermezar kirin.

Di çalakiyê de, endama rêveber a Rêveberiya Dibistanên Çilaxa Nizhe Seyfedîn axivî û wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku vîna gelên berxwedêr bişikîne welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc.

Ev hedefgirtin hewldana têkbirina projeya neteweya demokratîk e.”

Bi heman şêniyên navçeya Girkê Legê jî meşek girseyî li dar xistin.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, kesên ku axivî bang li gelên herêmê kirin ku rêxistina xwe li hember êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurt bikin.

Şêniyên navçeya Til Berakê bi meşekê li dijî êrişan nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li naverasta navçeyê meş veguherî mîtîngê.

Li wir endama rêveber a Meclisa Navçeya Til Birakê Xewle El Nasir axivî û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Her wiha endama rêveber a Kongra Star a Til Birakê Rexed El Hisên jî axivî û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Di çalakiyê de, hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemerîaxivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan tevahî pîvanên exlaqî û mirovî, peymanên navneteweyî binpê dike.

Endama Kongra Star a Meclisa Navçeya Ezarî El Feyhan jî destnîşan kir ku ew ê bi berxwedan û tekoşîna xwe planên dagirkeriyê têk bibin.

Back to top button