Ji bo avakirina pêvajoyeke nû û xurtkirina têkiliyan, civîna sê alî ya Iraq, Misir û Urdinê li Bexdayê li dar dikeve.
Di civîna sêalî de, Serokê Misirê Ebdullfetah El-Sîsî, Qiralê Urdinê Ebdullah û Serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî, tevlî bûn.
Ev civîn bi armanca avakirina têkiliyan û hevkariyek hevbeş di hemû aliyan de, pêk tê.
Li gorî agahiyan, di lûtkeya hersî dewletan de wê projeya hebeş ” Şama nû”, were encamdan.
Derbarê projeyê de, berî niha Kazimî destnîşankiribû ku ev projeyek aborî bi teşeyek Ewropî ye, da ku bi Misir û Urdin zehmetiyan derbas bikin.