Xelkên Dirbêsiyê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Şêniyên Dirbêsiyê bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku li hemberî tecrîdê ji bêdengiya xwe derkevin.

Li herêmê çalakên şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

Şêniyên Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi meşekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Piştî meşê li sûka navendî mîtîngek hate lidarxistin.

Li wir berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got:

“Armanca dîlgirtina Rêbertî û ferzkirina tecrîdê ew e ku dewleta Tirk ji fikra wî ku li tevahî cîhanê belav bûye, ditirse.”

Rîhan bêdengiya aliyên peywendîdar ên derbarê dosyaya Rêber Apo de şermezar kir û ev bang li wan kir:

“Divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember tecrîdê bi erkên xwe rabin.”

Jinên ji Kobanê: Rêber Apo bi hêza têkoşîna gel dê azad bibe

Back to top button