Jinên ji Kobanê: Rêber Apo bi hêza têkoşîna gel dê azad bibe

Jinên ji Kobanê bal kişandin tecrîda li dijî Rêber Apo
Diyarkirin ku azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi bilindkirina têkoşînê pêkan dibe.

Ji zêdetirî 27 mehan ve tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan didome..

Gel tecrîdê wek tecrîdkirina xwe dibînin, bertek û hersa xwe nîşan didin..

Jinên ji Kobanê jî têkîldarî tecrîda li dijî Rêber Apo nêrînên xwe anîn ziman.

Jina bi navê Zeyneb Nesan diyar kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo pişta xwe nadin ti aliyekî navneteweyî û got:

“Azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bi bilindkirina têkoşînê pêkane”

Têkîldarî heman mijarê Zehîde Cezaîrî jî got:

“Dewlet li dijî gelê Kurd komployan pêk tînin û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêm bisekiniya.”

Rewşen Berxo jî ev yek got:

“Em îro xwedî vîn û fikra azad a rêberê xwe ne.

Dem hatiye ku em rêxistina xwe xurt bikin û girtîgeha Îmraliyê bişikînin.”

Back to top button